Yanî gelî însanan duayên we nebin, çi qîmeta we heye?

Perşembe, 29 Ocak 2009 11:32 yönetici
Yazdır PDF
 

BEDÎUZZEMAN SEÎD NURSÎ

Türkçe Orjinal İçin

“Yanî gelî însanan duayên we nebin, çi qîmeta we heye?” Bi vê mealê guh bide pênc nukteyên vê ayetê.

duaNUKTEYA YEKEM: Dua, sirreke mezin a ubûdîyetê ye. Bi rastî, dua ruhê ubûdîyetê ye. Her wekî me zahf deran de dîyar kirîye, dua bi sê awayên tê kirin:

Awayê yekem: Duaya bi zimanê îstîdad/qabîlîyetê ku hemû dendik û tov bi vî zimanê îstîdadê ji afîrînerê xwe ê Hekîm re dua dikin. Wiha dibêjin: “Da ku em nexşên navên te ên cûr be cûr nîşan bidin, me mezin û gir bike. Rastîya me ya piçûk bike şitil û me bike dareke mezin.

Hem awayekî duaya bi zimanê îstîdadê jî ev e: Kombûna sebeban ji bo pêkhatina encaman re duayek e. Yanî sebeb rewşeke wisan digire ku ew ezîyet dibe zimanê halê wan, bi vî zimanî dua dikin û encamê ji Xwedê teala dixwazin. Wek mînak: Av û germahî, ax û ronahî, hemû derdorê dendikekî de dicivin ku ev civîn zimanekî duayê ye, dibêjin: “Vê dendikê bike dar ey aferînerê me. Lewra ew dar ku mucîzeyeke bêhemta ya qudreta Xwedê ye, bi destê wan tiştên bêhiş û mirî ve nayê çêkirin. Wisane, civîna sebaban, tenê awayekî duayê ye.

Duaya awayê duyem: Bi zimanê pêdivîyên fitrî ye ku hemû zîndî wextê hewcedarîyê ji Xweda dixwazin, Xweda teala îhtîyacên van mexlûqan ji nişka ve ji wan re dişîne... Lewra ji bilî hêz û xwestinên wan ji alîyekî veşartî ve, di demeke lêhatî de, yekî Hekîm û Rehîm rizqê wan dişîne. Li ber çavan e ku destê wan mexlûqan nagihêje rizqê. Wisane, ev îhsan/xelat encama duayê ye.

Welhasil, dua, duaya bi zimanê fitrî, duayeke wisa ye ku ji alîyê hemû kainatê derdikeve bal dergehê Xweda. Ewên dibine sebeb encamên ji Xwedê dixwazin.

Duaya awayê sêyem: Dema tengasîyê de duaya xwedîhişan e ku ev jî du qism in:

Eger rewşa tengasîyê bête asta zarûrîyetê an jî tiştê tê xwestin, îhtîyaceke fitrî be, an duaya nêzîkî zimanê îstîdadê be, an bi zimanê qelbekî safî û xalis be, bi îhtîmaleke mezin tête pejirandin.

Qismê mezin ê pêşveçûnên însanan û keşf û îcadên wan, bi awayekî ve encamên duayê ye. Tiştên ku bi “nuwaze/harîqayên medenîyetê” hatine navdanîn û karên bûne sedema serbilindîya wan kesan tev encama duayên manewî ne. Ew duayên bi zimanê îstîdada pêdivîyên fitrî ve hatine kirin, eger astengîyek dernekeve û dua lêhatîya şert û mercan be, her tim tête pejirandin.

Qismê duyem, duaya ku em dizanin e. Ev jî du celeb in: Yek jê duaya fiîlî, yeka din duaya bi ziman e. Wek mînak, cotkirin duayeke fiîlî ye. Cotkar rizqê ji erd û axê naxwaze, dizane ku ax derîyê rehmetê ye. Bi cotkirinê li derîyê rehmetê dixe.

Em dirêjahîyên qismên din derbas dibin, tenê du-sê sirrê duaya qewlî emê du-sê nukteyan de bînin ziman.

NUKTEYA DUYEM: Bandûra duayê herî mezin e. Nemaze eger dua bi awayekî giştî bidome, bi îhtîmaleke mezin wê encam bide. Hetta mirov dikare bêje ku ji sedemên afirandina aleman yek jî dua ye.Yanî piştî afirandina alemê, duaya temamên însanan û li serê wan jî duaya herî mezin, a Hz. Muhammed (selat û silavên Xwedê li ser be) sedemekî afirandina alemê ye. Yanî xaliqê alemê, pêşerojê de wî kesî (s.x.l.) li ser navê hemû însanan, belkî li ser navê hemû mewcûdatan zanîye ku ev kes wê şahîyeke bêdawî û mezherîyeta navên Xwedê bixwaze, wê duaya dahatuyî qebûl kirîye kaînatê jî afirandîye.

Ji ber ku duayê de ewqas giringîyeke mezin û fireh heye, qet dike ku di hezar û sêsed û pêncî salan di her dem ji însanan sêsed û pênc milyon ji cin, ins, melek û rûhanîyan kesên mubarek ê bêhed û hesab, bi hev re derheqê Hz. Muhemmed (s.x.l) de, daxwaza rehmeta Xwedê û seadeta ebedî dike, wê ev dua çawa neyê qebûlkirin. Bi tu awayî ev dua nayên redkirin.

Madem dua evqas mezin û fireh bûye û hatîye asta hewcedarîya fitrî û bûye zimanê istîdadê bêguman ew zatê Muhemmed ê erebî (s.x.l) di encama duayê de ast û meqamek wisan bi dest girtîye ku hemû mejî bicivin tev de bibin mejîyek nikarin bigihêjin rastîya vî meqamî.

Wisane, ey misliman! Di roja mahşerê de, mehdervanekî te bi vî rengî heye. Ger tu şefaata wî dixwazî, tabiê sunneta wî be.

Eger tu bêjî madem; “ew hebîbê Xwedê ye, çi hewcedarîya wî bi van ewqas dua û selawatan heye?”

Bersiv: Ev kes  (s.x.l), bi kêfxweşîya hemû ummetê ve baldar e û bala wî di her cûre şahîyên ferdên ummetê ve heye û bi her celeb karesatên tên serê ummetê jî, dilşewitî ye. Eva herçiqas di alîyê pêxember, ast û mertebeyên seadetê û kemalat bêsînor bin jî, ev kesê ku zemanê bêdawî de şahî û kerbên hemû ummetê ve, baldar e, bêguman ev kes hêja ye û hewcedar e dua û selawatên bêdawî.

Eger tu bêjî carnan ji bo karê misoger wê çêbe jî dua têkirin. Wek mînak nimêjê rojgirtin û hîvgirtinan de... Hem caran jî, ji bo karên ku pêkhatina wan re tu derfet nîne jî dua têkirin.

Bersiv: Çawa ku min di çend rîsaleyên din de jî anîye ziman, dua îbadetek e. ‘Ebd, bi duayê jarî û feqîrîya xwe tîne ber çav. Mebestên ji zahirî jî wext û zemanên vê îbadeta duayî ne. Faîdeyên heqîqî nîn e. Faîdeya îbadetê li axîretê ye. Eger mebestên me ên dunyewî dawîya duayê de bi dest nekeve, nayê gotin ku dua nehat qebûlkirin. Belkî tête gotin hê wextê duayê neqedîyaya.

Hem mumkin nîne ku di hemû zemanan de hemû misliman bi ziman û dilekî xalis û xwestineke ji dil dua bikin û dawîyê, şahîya bêdawî neyê dayîn, Rebbê Rehîm û Kerîmê mutlaq, bi rehmeta xwe ya bê hed û hesab ku hemû kaînat jê re şahid e, vê duayê qebûl neke û şahîya ebedî neyê holê?

NUKTEYA SÊYEM: Duaya bi ziman û xwestinê hatîye kirin, bu du awayan ve tête pejirandin. An eynî xwestina wî tê dayîn, an jî, ji wê duayê re bersivek çêtir tê dayîn. Wek mînak, yekî ji xwe re kurekî dixwaze, Xwedê teala keçeke weke Hz. Meryem dide, îcar nayê gotin ku duaya wî nehatîye qebûlkirin. Belkî bi awayekî xweştir ev duaya hatîye bersivkirin.

Carna jî însan, ji bo şahîya dunyaya xwe dua dike, lê duaya wî ji bo axîretê tête qebûlkirin. Nayê gotin, duaya wî hate redkirin. Belkî bi sûretekî xweştir û baştir hatîye pejirandin... Jiber ku Xwedê teala, hekîm e (baş zana ye) em ji Wî dixwazin, Ew jî li gor hikmeta xwe bersiv dide me. Nexweş divê hikmeta bijîşk neşkîne. Nexweş hingivîn dixwaze bijişkê zana ji bo taya nexweşîyê bikeve, sulfato ya tahl dide. Nexweş, nikare bêje, bijişk guhdarîya min nekir. Belkî bijişk ax û waxa nexweş seh kir, bersiv da tiştê tê xwestin baş pêk anî.

NUKTEYA ÇAREM: Encama xweşiktirîn û sûda duaya baştirîn ev e ku, kesê dua dike, dizane yek heye guhdarî dengê wî dike. Ji kul û derdê wî re dermanan peyda dike, li wî merhamet dike, destê qudreta wî digihêje herderê. Di vê xana dunyayê de, ew ne tenê ye. Yekî kerîm li wî dinêre, bi wî re hevaltîyê dike. Hem dike pêdivîyên wî yên bêdawî pêk bîne û dikare, dijminên wî yên bêhed biqewirîne. Li huzûra wî zatî diponije, dilê wî fireh dibe û barekî weke dunyayê diran ji ser pişta xwe diavêje û dibêje:

 

NUKTEYA PÊNCEM: Dua, ruhê ubudîyetê ye û encama îmaneke xwerû ye. Lewra kesê dua dike, bi duakirinê nîşan dide ku, yek heye ku li ser hemû kaînatê fermandar e, tiştê pirr piçûk û veşartî dizane, xwestinên çiqas dûr jî be dikare pêk biîne. Çavnêrîya her halê min dike û dengê min dibihîse. Wisane, dengê hemû heyîyan dibihîse û dengê min jî dibihîse. Hemû tiştê ew çêdike, ez karê xwe yên piçûktirîn jî ji wî dixwazim.

Îcar binêre ku çawa tewhîdeke xwerû dike û şêrînahîyek ji nûra îmanê dide însan.

Sirra  fam bike.

Guh bide fermana

Çawa hatîye gotin:

Ger nexwesta bide, xwestin nedida.

 

Werger: SUAT ORAK

Yorumlar (0)

Bu yorumun beslemesine abone olun

Yorum yaz

daha küçük | daha büyük

busy
Son Güncelleme: Perşembe, 29 Ocak 2009 12:24